“Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” ku 27’ê Sibatê ji aliyê Abdullah Ocalan, rêberê damezrîner ê PKK’ê ve ku 26 sal in li girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîdê de tê ragirtin hate ragihandin, gelekî deng veda.
Piştî vê bangê, PKK’ê agirbestek yekalî ragihand û di demek kurt de kongreya xwe li dar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirkiyeyê bi dawî bike.
Hem banga Ocalan û hem jî pêngava PKKê derfeteke dîrokî ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya ji bo pirsgirêka Kurd afirand.
Diyar e ku ev derfet ne tenê ji bo aştiyê, di heman demê de ji bo azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ango çareseriyeke rasteqîn bingeheke xurt ava dike.
Weke damezirînerên Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewrûpayê, me jî ji bo ev derfeta mezin jidest neçe, zend û benda badane.
Em dibêjin,
Divê şert û mercên Birêz Ocalan, ku bi banga xwe nîşan daye ew xwedî wê hêzê ye ku çekan bêdeng bike, divê tavilê şertên ku bikare gavên xurttir di rêya aştiyê de bavêje, bên pêkanîn.
Divê astengiyên ku rê li ber Ocalan digirin ku vîzyona xwe ya paşeroja Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û heta cîhanê bi civakê re parve bike -ku tê zanîn ew bi salan amadekariyên wê dikir- werin rakirin.
Ji bo vê jî em dixwazin pirsên xwe bipirsin û ji bo avakirina cîhaneke jiyanbar fikir û pêşniyarên Ocalan hîn bibin.
Em dizanin ku rêya vê yekê bi têkiliya rasterast a bi Ocalan re ye, bêyî ku di navbera me de ti astengî hebin.
Em dixwazin Ocalan bibînin, ji wî bipirsin û bersivên wî guhdar bikin.
Em dixwazin herin serdana Ocalan.
Kampanya
Em ji hemû kesên ku dixwazin bi bidawîanîna tecrîda li ser Ocalan roleke çalak di pêşvebirina aştiyê de bibînin, daxwaza serdana girtîgeha Girava Îmraliyê dikin dixwazin, hem bi awayekî sazî û hem jî bi awayekî takekesî, e-name, name û bangawaziyên giştî ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re bişînin. Agahiyên têkîliyê li jêr in. Ji bo daxwazên ku bi emaîl têne şandin, ji kerema xwe kopyayek veşartî (bcc) ji bo barisforumu[at]gmail.com jî bişînin da ku em karibin bişopînin ka çend daxwaz hatine şandin. Li ser medyaya civakî, hûn dikarin bi bikaranîna hashtaga #VisitOcalan daxwazek bi postek li ser hesabên medyaya civakî yên wezaretê bişînin.
Minister of Justice of Turkey
E-Mail: info@adalet.gov.tr
Yılmaz Tunç X Platformu (Twitter) https://x.com/yilmaztunc
Facebook: https://www.facebook.com/adaletbakanlik
Instagram: https://www.instagram.com/adalet_bakanlik/
TikTok: https://www.tiktok.com/discover/adalet-bakanlığı
Organiser of the campaign: EFFP
Supporters: The European Left Party